Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Biden di Heman Rojê de li Florîda Mîtîng li Dar Xistin


Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bang li hilbijêran kirin ku di 3’yê Mijdarê de herin ser sindoqan.

Her du berbijran 5 rojan berî hilbijartinan serdana Florîda, ku di dîyarkirina encamê de roleke krîtîk dilîze, kirin.

Pirtir ji 80 mîlyon hilbijêran berî hilbijartinê dengên xwe dan ku ji sê paran du parên wan dengên xwe bi rêka postayê şandine.

Trump û Biden bang li bi mîlyonan hilbijêrên ku dengên xwe hîn nedane kirin ku di 3’yê Mijdarê de, roja Sêşemê dengên xwe bidin.

Wek kevneşopîyekê, her çiqas piranîya kesên ku roja hilbijartinê diçin ser sindoqan Komarî ne û yên pêşdem dengên xwe didin jî Demokart in, vîrusa korona ya ku li Amerîka pirtir ji 227 kes kuştine, rewişeke nedîyar çêkiriye.

Trump û Biden, di eynî rojê de li Tampa ya Florîda mîtîng li dar xistin ku li wê eyaleta krîtîk 29 delege hene.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden ji alîgirên xwe re got ku ‘’Hêz di destê wê de ye. Ger Florîda bibe şîn (rengê Partîya Demokrat) ew îş dê bi seri bibe.’’

Trump jî berî hilbijartinên 3’yê Mijdarê bal kişand ser aborîyê.

Serok Trump dîyar kir ku li gor texmînên wan aborîya Amerîka di navbera Tîrmeh û Îlonê de 33,1 ji sedê mezin bûye.

Wî ji Twitterê da zanîn ku ew kêfxweş e ku wan berî hilbijartinên 3’yê Mijdarê ew hejmar bi dest xistine û got ku ger Biden were hilbijartinê ewê rewiş xirab bibe.

Li ber e ku Trump roja Şemîyê li Pennsylvania sê mîtîngan li dar xe di 48 saetên dawî yên kempeyna hilbijartinê de li Florîda, Michigan, Georgia, Pennsylvania mîtîngan çêke.

Çaverê ye ku Biden jî berî hilbijartinê serdana Iowa, Minnesota, Wisconsin û Michiganê bike.

XS
SM
MD
LG