Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Biden di Roja Dawî ya Kempeynên Hilbijartinê de Ser Vîrusa Korona Axifîn


Kempeynên hilbijartinê yên berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bi dawî bûn.

Serok Trump, do Duşemê di roja dawî ya kempeyna hilbijartinê de dîyar kir ku ewê di dewra xwe ya duyê de ‘’xewna Amerîkî’’ biparêze.

Wî da zanîn ku ewê aborîya jiber vîrusa korona zarar dîtiye geş bikin û got ku ewê perpûna vîrusa korona jî heta çend hefteyan belav bikin.

Pisporên saxlemîyê, ku hin ji wan di rêvebirîya Trump de ne, dibêjin ku ne pêkan e perpûna vîrusa korona berî 2021’an yan heta nîvê wê salê were dîtin.

Trump dîyar kir ku ger berbijarê Demokrat Biden were hibijartin ewê Amerîka bi tedbîrên dijî vîrusa korona bike ‘’dewleteke wek girtîgeh’’ê.

Biden jî li Cleveland ya Ohio got ku bo ew vîrusa korona têk bibin divê ew pêşî Trump têk bibin.

Wî dîyar kir ku ew bi kaos, tweet û hêrse ve hatine birêve birin û got ku ewê bi dengên hilbijartinê dê karaktera Amerîkî bêli bikin.

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, ku Biden cîgiriya wî kiribû, li Miami Trump bi belavkirina vîrusa korona tawanbar kir û got ku ew bi mîtîngên girseyî û çalakîyên li Qesira Sipî bûye ‘’belavkarê mezin’’ yê vîrusê.

Nîqaşên ser vîrusa korona bi nêzîkbûna hilbijartinê re bû yek ji mijarên sereke yên her du berbijaran.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê Amerîka bi qasî 9,3 mîlyon bi wê vîrusê ketine û 231 hezar jî bi wê mirine ku ew welat bi van hejmara li cîhanê di rêza pêş de ye.

Her du berbijar li Pennylvania jî axifîn ku li wê eyaletê di sala 2016’an de Trump bi ser ketibû, lê anket nîşan didin ku vê carê li wir Biden li pêş e.

Trump li Firîngeha Navneteweyî ya Wilkes – Barre Scranton mîtîng li dar xist û Biden di çalakîyên bi maşîneyan yên mesafeya civakî de ji alîgirên xwe re peyivî.

Di kempeyna Biden ya li Pennsylvania de hunermendên wek Lady Gaga, Patti LaBelle, John Legend jî cîh girtin û performansên xwe nîşan dan.

Anketên dawî raber dikin ku Biden 8 puanan li pêş Trump e, lê li eyaletên krîtîk yên dê serketîyê hilbijartinê dîyar bikin, ferqa di navbera her du berbijaran de hindik e.

XS
SM
MD
LG