Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Biden re Nameyek Nivîsî


Donald Trump, ku li gor kevneşopîyên sîyasî tevnegerî û beşdarî merasîma sondê ya Serokê Amerîka Joe Biden nebû, bo wî nameyek nivîsî.

Trump di nameyê de bo Biden çi nivîsîye hîn nehatiye eşkere kirin.

Jiber ku Trump beşdarî merasîma sondê ya Biden nebûbû û serê sibê ji Qesira Sipî derketibû hatibû meraq kirin ku ewê nameyekê binivîsîne yan ne ku serokên Amerîka ji 1989’an vir ve wê kevneşopîyê didomînin.

Trump, ku bi zimanekî eşkere dîyar dike ku ew encamên hilbijartinê qebûl nake, ji hilbijartinan vir ve bi Biden re nepeyivîye.

Wî di axaftina xatirxwestinê de, qala serokê hilbijartî Joe Biden nekir, lê got ku ew hêvî dike ku ew bacan zêde neke.

XS
SM
MD
LG