Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ewê bo Rawestandina Jimartina Dengan Serî li Dadgehê Bidin, Demorkat bi Tundî Nerazîbûn Nîşan Didin


Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump bi preskonferanseke li Qesira Sipî dîyar kir ku ew di hilbijartinê de bi ser ketiye.

Trump herwiha gotibû ku di hilbijartinan de hin sextekarî çêbûne.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku hejmartina dengan were rawestandin û ewê hilbijartinê bibin ber Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Jen O'Malley Dillon, berpirsa kempeyna Biden daxuyanîya Serok Donald Trump rexne kir û got ku ew daxuyanîya şaş nayê qebûl kirin.

Dillon got ku şaş e ku Komarî niha hewil didin ku li jimareke eyaletan jimartina dengan ya qanûnî ya berî Roja Hilbijartinê asteng bikin.

XS
SM
MD
LG