Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Bolton Xwest ku Dest ji Kar Berde


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê ji Twitterê ragihand ku wi ji Şîretvanê Ewlekarîya Netewî John Bolton xwest ku dest ji kar berde.

“Min şeva borî Bolton agahdar kir ku xizmetên wî nema li Qesira Sipî pêdivî ne. Ez bi gelek pêşnîyarên wî nerazî bûm û pir kesên nav Rêvebirîyê jî bi heman awayî loma min karvekişîna wî xwest û wî jî vê sibê ew da min. Ez bo xîzmetên wî ji John re pir spas dikim.”

Serok Trump ragihand ku ewê di hefteya were de kesekî nû wek Şêwêrmendê Ewlekarîya Netewî destnîşan bike.

XS
SM
MD
LG