Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştgirîyê Dide Brezîlya ku Bibe Endama NATO


Bolsonaro û Trump
Bolsonaro û Trump

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew dixwaze ku Brezîlya jî wek endamekî NATO’yê bibîne.

Trump li Washingtonê bi Serokê Brezîlya Jair Bolsonare re preskonferanseke hevbeş li dar xist.

Di preskonferansê de, Trump got ku ‘’Em dixwazin Brezîlya wek hevalbendeke ne endamê NATO ye û tew belkî endamê NATO be jî, bibînin’’

Wî da zanîn ku ew dê piştgirîyê bidin Brezîlya ku bibe endama Sazîya Pêşveçûn û Hevkarîya Aborî (OECD)

Bolsonaro pesna sîyaseta Trump ya ser koçberîyê da û dîyar kir ku ew dixwaze bi wî re dostanîyeke baş çêke.

Serokê Brezîlya da zanîn ku ew bi Trump re derbarê Venezuela axifîye û ser serokê wî welatî Nicolas Maduro got ku ‘’dîktator û dizê madeyên hişbir’’

Bolsonaro, ku wek rastgirekî tundrê tê nasîn, di meha Rêbendanê de bûbû serokê Brezîlya.

Trump ji Twitterê Bolsonaro pîroz kiribû û dîyar kiribû ku ewê piştgirîyê bidin Brezîlya.

XS
SM
MD
LG