Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump dê Serdana Brîtanya Bike


May û Trump

Serok Donald Trump dîyar kir ku bo bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re bicive, dê di 13’ê Tîrmehê de serdana Brîtanya bike.

Serok Trump ji salekê zêdetir e li ser kar e, lê jiber ku hîn serdana Brîtanya nekiriye, ser peywendîya Washington û Londonê nîqaş çêbûbûn

Trump û May, di serê salê de li Hilcivîna Davosê kom bûbûn û Trump dîyar kiribû ku peywendîya Amerîka û Brîtanya ‘’pir baş e’’

Serok Trump di meha Çileyê de dê li Londonê beşdarî merasîma vekirina balyozxaneya Amerîkî ya li Londonê bûbûya, lê wî serdana xwe betal kiribû.

Trump dabû zanîn ku serokê berê Barack Obama biryara guherîna cîhê balyozxaneyê daye, ew rexne kiribû û dabû zanîn ku jiber wê mijarê serdana xwe betal kiriye. Bes biryara ser guherîna cîhê balyozxaneyê di dema George W. Bush de hatibû dayîn.

Li ber e ku dema serdana Trump li Brîtanya protestoyên mezin li dar kevin. Hikûmeta Brîtanya, Trump vexwendibû û bo hikûmeta vê biryara xwe bi şûnde bistîne heta niha 1,800,000 îmza hatine top kirin

XS
SM
MD
LG