Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Bernedana Andrew Brunson Rûreşî Ye


Serokê Amerîka Donald Trump, ser bernedana qeşeya Amerîkî Andrew Brunson ji Twitterê got ku ‘’rûreşî’’ ye.

Trump, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan etîket kir û dîyar kir ku ‘’Erdogan, bo serbestbûna Brunson divê tiştekî bike’’

Trump da zanîn ku Brunson ji demeke dirêj ve ‘’dîlgirtî’’ ye, wî tiştekî şaş nekiriye û malbata wî li benda wî ye.

Brunson, di Cotmeha 2016’an de bi tawana ‘’endamtîya Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen’’ hatibû girtin û dadgeha Tirk do Çarşemê biryar dabû ku girtîbûna wî bidome.

XS
SM
MD
LG