Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Cara Yekê Serdana CENTCOM'ê Kir


Donald Trump û fermandarên Amerîkî
Donald Trump û fermandarên Amerîkî

Serokê Amerîka Donald Trump, piştî bû serok do Duşemê cara yekê serdana Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) kir.

Trump ji leşkeran re got ku ewê her tim piştgirîya wan bike û wan tenê nehêle.

Trump di axaftina xwe ya li Bingeha Ezmanî ya MacDill dîyar kir ku DAIŞ li seranserê cîhanê kampeyna komkujîyê dimeşîne û ewê pêşî li wê rêxistinê bigirin.

''Azadî, dad û ewlehî ewê bi ser kevin. Emê terorîzma Îslamî ya tundrê têk bibin û nehêlin ew li welatê me xurt bibe'' Trump got.

Piştî xwarinê, rêvebirên CENTCOM'ê brîfîngek dan û serfermandarê Amerîka Joseph Dunford û hin şêwirmendên Trump jî beşdarî brîfîngê bûn.

XS
SM
MD
LG