Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Krîstmisa Hemî Amerîkîyan Pîroz Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, ku jibo derbazkirina behnvedanê bi hevjîna xwe Melanie li bajarê Palm Beach ya Florîda ye, bi mesajeke vîdyoyî Krîstmis ji Amerîkîyan re pîroz kir.

“Ez û Melanie Krîstmisa we yek û yek pîroz dikin û taybetî jî ji endamên leşkerîya me re ku li aniha li dervayê welêt in, Krîstmiseke hêja dixwazin. Em ji wan re dûayên taybet dikin û hêvî dikin ku aştî di nav gelan de pêk were û şabûn li her derê cîhanê belav be.”

Di roja Krîstmisê de Amerîkî û bi mîlyonên mirovên seranser cîhanê dayikbûna Mesîh Îsa pîroz dikin.

Ev roja girîng li Amerîka wek roja behnvedanê ya fermî ye û ofîsên hikûmetê, xwendingeh û herwiha piranîya firoşgehan girtî ne.

Di vê rojê de Amerîkî serdana hezkirîyên xwe dikin, ji hevdu re dîyarîyên hêja pêşkêş dikin û dayikbûna Mesîh Îsa bi awayê herî dilgeş pîroz dikin.

Krîstmis taybetî jibo zarokan rojeke girîng e jiber ku gelek ji wan li bendê ne Bavê Noel anku Santa Claus ji wan re dîyarîyên rengûreng bîne.

XS
SM
MD
LG