Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump jiber Şîroveyên Ser Rola Rûsya di Hilbijartinan de Rexneyên Tund li CIA Dike


Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro Duşemê, Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) rexne kir ku gotibû destê Rusya di serkeftina Trump de heye.

Trump pirsî ku CIA çima berî hilbijartina seroktîyê ew îdîa neanîye zimên.

"Eger Hillary Clintona Demokrat di hilbijartinan de bi ser keta û Komarî jî bigota ew rengên CIA û Rûsya ne, wê ji vê yekê re bigotana teorîyên komployê," Trump li ser Twitterê pirsî.

Berdevkê Trump, Jason Miller îdiaya CIA wek "hewildaneke jibo nerêwakirina serkeftina Trump" bi nav kir.

Trump ev gotinên xwe yên vê dawîyê îro Duşemê kir, piştî ku hevpeyvîna wî ya Fox TV roja Yekşemê hat weşandin.

Trump dîyar kir ku îdiayên CIA komîk in û ti pêywendîya êrîşen înternetî yên Rusyayê bi serkeftina wî re tune.T

Wî da zanîn ku ev tenê bahaneyên Demokratan e, li dijî serkeftina wî ya hember Clinton.

Trump herwiha got ku heta mirov hackeran negire, pir zor e ku bizane kî wan êrîşên înternetî dike. “Çima ev tişt berî hilbijartinê nehat kirin?" Trump bi awayekî hêrsbûyî pirsî.

XS
SM
MD
LG