Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Cîhan jiber Xemsarîya Çînê Êşê Dikişîne


Serokê Amerîka Donald Trump, Çîn careke din jiber belavbûna vîrusa korona tawanbar kir.

Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku cîhan jiber ‘’xemsarî’’ya Çînê êşê dikişîne.

‘’Çînê rê li ber belavbûna vîrusa korona vekir û wê pirtir ji 100,000 Amerîkî kuştin’’ Trump got.

Wî da zanîn ku Çînê li ser Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) zext çêkiriye ku ser vîrusa korona agahîyên şaş belav bike û got ku ewê peywendîyên bi wê rêxistinê re qut bikin.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka 102,516 û li Çînê 4,638 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG