Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze Peywendîyên Erênî bi Çînê Ava Bike


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje, ew çaverê ye ku peywendîyeke avaker bi Çînê biafrîne ku xizmeta berjewendîyên her du alîyan bike.

Qesra Sipî di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku Trump bi nameyekê ew hêstên xwe gîhandin Serokê Çînî Xi Jinping.

“Serok Trump bo nameya wî ya pîrozbahî, spasîya xwe pêşkêşî Xi kir û “Sala Dîkan” ya Çînî pîroz kir û bextewarî û xweşhalî ji gelê Çînê re xwest,” daxuyanî bi berdewamî got.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînî Lu Kang got ku ew bi nameya Trump dilgeş in û çaverê ne ku hevkarîya xwe xurtir û tekilîya xwe ligel Amerîka jî baştir bikin.

Trump di dema kempeyna xwe de, taybetî jî li ser mijara bazirganî rexneyên giran li Çînê kiribû û telefona wî ya bo Serokê Taywanê Tsai Ing-wen Pekîn hêrs kiribû.

XS
SM
MD
LG