Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump, Çînê Ser Peymana Bazirganîyê Hişyar Dike


Serok Donald Trump bang li Çînê kir ku berî hilbijartina seroktîyê ya Amerîka ya 2020’an bi Washingtonê re peymaneke bazirganîyê çêke.

Trump îdia kir ku ger ew di 2020’an de jinûve were hilbijartin û heta wê çaxê ti peyman çênebe ewê bo Çînê rewş dijwartir bibe.

Wî ji Twitterê da zanîn ku ger ew were hilbijartin Çîn dê yan peymaneke girantir bibîne yan jî dê ti peyman çênebe.

Trump dîyar kir ku Çînê dê berhemên çandinîyê bistanda û got ku ew welat li ser soza xwe nasekine.

Karbidestên Amerîkî û Çînî di meha Gulanê de ser peymana bazirganîyê dest bi danûstandinan kiribûn.

Gera ya nû ya danûstandinên bazirganîyê yên Amerîka û Çînê di 30’ê Tîrmehê de li Şangayê destpê kir.

XS
SM
MD
LG