Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Guman li Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona yên li Çînê Dinêre


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka yên li Çînê derbaz kiriye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 83507 û li Çînê jî 81507 pêketîyên vîrusa korona hene.

Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansa ser vîrusa korona de da zanîn ku ew hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Çînê nizanin û dîyar kir ku ew hejmarên tên zanîn Çîn belav dike.

Trump got ku ewê bi Serokê Çînê Xi Jinping re biaxife.

Wî bang li Amerîkîyan kir ku ji malên xwe dernekevin û da zanîn ku ew hêvî dikin ku hemwelatî di demeke zûtir de vegerin ser karên xwe.

Ajansa nûçeyan ya Reuters û AP’ê û rojnameya New York Times û Wall Street Journal jî dîyar kirin ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka, yên li Çînê û yên li Îtalya derbaz kiriye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.
Ew vîrus piştî Çînê li Ewrupa bi bandor belav bûbû û niha jî herî zêde li Amerîka tê dîtin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG