Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Firînên ji Çînê Ber bi Amerîka Qedexe Dike


Rêveberiya Serok Donald Trumpî roja Çarşemê piştî 16ê Hezîranê qedexe dana ser balafirên rêwîngan yên Çînê ku difirin Amerîkayê.

Amerîka jî givaşan li Pekînê dike ku destûra hêlên Amerîkî bide ku ji nûve dest pê bike di demeka nakokî di navbera her du aborîyên herî mezin yên cîhanê da didome.

Ew bizav, ku ji hêla Wezareta Veguhestinê ya Amerîkî ve hatî ragihandin, Çînê ceza dike jiber ku ew pêgirîya peymana heyî ya firînan di navbera her du welatan da nake.

Têkilîyên Amerîka û Çînê di mehên dawîyê da aloz bûne jiber nakokîyên pandemîya vîrusa koronayê û bizava Çînê ku qanûna nû ya ewlehîya netewî bo Hong Kongê lidardixe.

Ferman bandora xwe li Air China, China Eastern Airlines, China Southern Airlines û Hainan Airlines, û her wiha hêlên esmanî yên piçûk Sichuan Airlines û Xiamen Airlines Co dike.

Hêlên Esmanî Delta û Uinted dixwazin ku wê mehê dest bi firînan bikin bo Çînê. Hêlên esamnî yên Çînê di dema pandemîyê da jî firînên xwe bo Amerîkayê domandin.

Rêveberiya Trumpî 22ê Gulanê hikumeta Çînê tawanbar kir ku ew zorê dide hêlên esmanî yên Amerîkayê da ku seferên xwe bo Çînê dest pê bikin û ferman da çar hêlên Çînê da ku bernameya xwe ya firînê bidin hikumeta Amerîkî.

"Em dê destûr bidin hêlên esmanî yên Çînê ku balafirên rêwîngan bikarbiînin li gor heman hejmara ku ew destûrê didin yên me," Wezareta Veguhestinê di daxuyaniyekê de got.

Balyozxaneya Çînê ya li Waşingtonê bo daxwazek şiroveyê yekser bersiv nedaye.

XS
SM
MD
LG