Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berbijarîya Amy Coney Barrett Pêşkeşî Civata Senatoran Kir


Serokê Amerîka Donald Trump berbijarîya Amy Coney Barrett ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn pêşkeşî Civata Senatoran kir.

Trump, Amy Coney Barrett li şûna dadgera Dadgeha Qanûna Bingehîn Ruth Bader Ginsburg, ku di 87 salîya xwe de jîyana xwe ji dest dabû, bijartibû.

Qesira Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku berbijarîya Amy Coney Barrett bi awayekî fermî ji Civata Senatoran re hatiye şandin.

Li ber e ku dengdana ser berbijarîya Amy Coney Barrett di 13’yê Cotmehê de çêbe.

Ger berbijarîya Amy Coney Barett ya 48 salî were pejirandin ew dê karibe heta dawîya jîyana xwe li Dadgeha Qanûna Bingehîn kar bike û dê li wê dadgeha bi 9 endam piranî bi 6 endaman di destê konservatîfan de bimîne.

Serok Trump, Amy Coney Barett di Gulana 2017’an de bo Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma 7’an kiribû berbijar û Civata Senatoran di Cotmeha 2017’an de dadgerîya wê ya bo herêmê pejirandibû.

XS
SM
MD
LG