Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryara Dadgeha Bilind ya Ser Bernameya DACA Rexne Kir


Dadgeha Bilind ya Amerîka biryar da ku bernameya DACA ya ser koçberan bidome.

Bernameya DACa ya ji dema seroktîya Barack Obama maye, rê dide koçberên qaçax ku li Amerîka bimînin.

Rêvebirîya Serok Donald Trump xwestibû ku ew bername bi dawî bibe, lê dadgehên jêrîn dabûn zanîn ku ew xwestek dijî qanûnê ye û red kiribûn.

Dadgeha Bilind jî biryarên dadgehên jêrîn li hember 4 dengan bi 5 dengan pejirandin.

Wê dadgehê di encama dengdanê de dîyar kir ku rêvebirîya Trump biryarên ‘’guhêrbar’’ û ‘’kêfî’’ dide.

Bi biryara dadgehê, pirtir ji 1,5 mîlyon koçberên ku piranîya wan li welatên Amerîkaya Latîn ji dayik bûne dê karibin li Amerîka bimînin.

Ew koçber dê karibin bo destûra xebatê bistînin û destûrên xwe nû bikin.

Serok Donald Trump ser biryara dadgeha bilind got ku ‘’pir xirab e’’ û da zanîn ku dadgehê ‘’êrîşî rûyê konservatîfan’’ kiriye.

Piştî biryara dadgehê, rêvebirîya Trump dikare bo guherîna bernameya DACA serlêdanên nû bike, lê ne li ber e ku ew rêvebirî berî hilbijartinên 3’ê Mijdarê encama dixwaze bi dest xe.

XS
SM
MD
LG