Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Ew Cîhê Rêberê Nû yê DAIŞ'ê Dizanin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew cîhê rêberê nû yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Îbrahîm El Haşîmî El Qureyşî dizanin.

Rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî û berdevikê rêxistinê Ebu Hasan El Muhacir meha borî li Barişa ya Îdlibê ji alîyê hêzên Amerîkî ve hatibûn kuştin.

Trump li Kuluba Aborî ya New Yorkê da zanîn ku ew cîhê rêberê sêyan yê DAIŞ’ê dizanin û çavên wan li ser wî ye.

Wî doh jî gotibû ku hikûmranîya terorê bi dawî bûye û dijminên wan pir tirsîyane.

Hêjayî bîrxistinê ye, Trump hefteya borî operasyonên bo berevanîya qadên petrolê yên Sûrîyê pejirandibû.

XS
SM
MD
LG