Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Jiber Girîngîya Ewlekarîya Welatê Me Serdana Davosê Betal Dikim


Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku jiber girtîbûna hikûmetê dê beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê nebe.

Trump ji Twitterê dîyar kir ku wî jiber Demokratan û ewlekarîya welêt serdana xwe betal kiriye.

‘’Ez jiber eksbûna Demokratan ya ser ewlekarîya sînor û girîngîya ewlekarîya welatê me, serdana xwe ya pir girîng ya ber bi Davos, Swîsre ve betal dikim’’ Trump nivîsî.

Wî jiber betalkirina beşdarbûna forumê lêborîna xwe xwest.

Foruma Aborî ya Cîhanê dê di navbera 22-25’ê Rêbendanê de li dar keve.

Berî daxuyanîya li ser Twitterê, Trump li Qesira Sipî dîyar kiribû ku dibe ku ew li forumê axaftinekê bike lê dabû zanîn ku ger girtîbûna hikûmetê bidome ewê serdana Davosê betal bike.

XS
SM
MD
LG