Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Demokrat Dixwazin di Hilbijartinan de Hîleyan Bikin


Trump li Kongreya Neteweyî ya Partîya Komarî
Trump li Kongreya Neteweyî ya Partîya Komarî

Serokê Amerîka Donald Demokratan tawanbar dike ku ew tirsa dengderan ya derbarê COVID-19 bi kar tînin ku hilbijartina seroktîyê bidizin

Trump îro Duşemê ji nûnerên li Kongreya Neteweyî ya Partîya Komarî ya li bajarê Charlotte ya li eyaleta Carolina North, re got ku rêka tenê ku Demokrat bikaribin biser bikevin, heke ev hilbijartinek bi hîle be.

Hejayî bîrxistinê yê ku Trump heya ku qezenc kir, îdia kir ku hilbijartina 2016'da dê hîle û sextekarî were kirin.

Trump bi berdewamî got ku Amerîkî dizanin ku çawa xwe ji vîrusa korona biparêzin û bikarin herin ser sindoqan, pêwîstî bi karanîna dengan bi rêka şandina nameyan tuneye.

Li gor pêzanînan îhtîmala sextekarîya dengderan gelek hindik e.

Navenda Dadê ya Brennan di sala 2012'an da, ser bingeha lêkolînên hilbijartinên borî dîyar kirib û ku rîska xapandina sextekarîya dengdanê ji % 0.00004 heya % 0.0009 ye.

Trump îdia dike ku dengên din yên ku ji alîyê kesên ku derî-derî digerin ewê werin berhevkirin, ne dengên ne dengdarên qeydkirlîne.

Serok Trump herwiha got ku hin eyalet îmzayên ser dengan piştrast nakin, lê wî jibo wan îdiayan ti belge pêşkêş nekirin.

XS
SM
MD
LG