Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Hevdîtina Trump û Demokratan Ti Encama Erênî Derneket


Ji hevdîtina Serok Donald Trump û rêberên Demokrat ya bo vekirina hikûmetê, ku 19 roj in hin beşên wê girtî ne, ti encama erênî derneket.

Trump ser hevdîtina bi Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Kêmanîya Civata Senatoran Chuchk Schumer re got ku ‘’hederkirina zemên’’ e.

Demokratan di hevdîtinên bi Trump re gotibûn ku divê berê hikûmet vebe û piştre ew ser ewlekarîya sînor danûstandinê bikin.

Serok Trump piştî civîna li Qesira Sipî ji Twitterê daxuyanîyek belav kir.

‘’Hevdîtina bi Chuck û Nancy re bi temamî hederkirina zemên e. Ger ez hikûmetê bi lez vekim dê di 30 roj de çi biqewime?’’ Trump nivîsî.

Trump da zanîn ku wî ji Nancy re gotiye ku ewê dîwar yan barîyera li sînor bipejirînin û ku Nancy gotiye ‘’na’’ wî jî gotiye ‘’bye bye''

XS
SM
MD
LG