Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Li Eyaleta Virginia 500,000 Dengên Sexte Hene


Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansê de piştî karbidestek bi wî re peyivî, axaftina xwe nîvçe birî.

Donald Trump piştî demekê vegerîya salona preskonferansê û dîyar kir ku yekî bi çek li nêzî Qesira Sipî hatiye girtin.

‘’Yek birin nexweşxaneyê. Li yekî dane, ew berguman bi xwe ye’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew kesê çekdar li derveyî barîyerên ewlekarîyê yên Qesira Sipî hatiye sekinandin.

Serok Trump bi îstatîstîkên ser denganda bi rêka postayê ya li eyaleta Virginia dest bi axaftina xwe kir. Trump dîyar kir ku li seranserê eyaletê 500,000 deng sexte ne û got ku hin kesan ser navê kesên mirî deng dane.

Trump da zanîn ku ew rewiş metirsî û zemînê çêdike ku welatên bîyan maytekirinê li hilbijartinan bikin û got ku bi vê rêkê Komarî, Demokrat dikarin dengan îstismar bikin.

Ew çend hefte ne, Trump dibêje ku ew dijî dengdana bi rêka postayê ye û dîyar dike ku Demokrat dikarin bi wî awayî dengan ‘’bidizin’’. Trump berê jî gotibû ku ger dengdan bi rêka postayê çêbin ewê encamên hilbijartinê heta hefteyan, mehan belkî jî salan eşkere bibin.

Serok Donald Trump di preskonferansê de ser paketa nû ya alîkarîya ya bo vîrusa korona jî peyivî. Trump dîyar kir ku dibe ku ew di rojên pêş de ser qutkirina bacê hin agahîyan ragihînin.

Di preskonferansê de Wezîrê Darayî Steven Mnuchin jî hazir bû û wî li ser pirsa ‘’Ewê alîkarîyên bo kesên bêkar kengî destpê bikin?’’ got ku ‘’Heta hefteyek yan du hefteyan’’

Jiber ku Komarî û Demokratan li ser paketa nû ya alîkarîyê li hev nekiribûn, Serok Donald Trump dirêjkirina dema alîkarîyên bo bêkaran jî di nav de, ser paketê jimareke biryarnameyan îmza kiribû.

Li gor biryarnameya Trump îmza kiriye, alîkarîya bêkarîyê ya heftane 600 dolar bû dadikeve 400 dolaran.

Serok Trump ser perpûna vîrusa korona jî dîyar kir ku gelek kompanîyan lez daye xebatên xwe û got ku ew li bendê ye perpûn heta dawîya salê hazir be. Wî dîyar kir ku belavkirina perpûnan dê karê artêşe be û bi wî awayî dê perpûn zû were belav kirin.

Rojnamevanan ji Serok Trump rapora Akademîya Pisporên Pedîatrî yên Amerîka jî pirsîn. Rapora pisporan dide zanîn ku di du hefteyên dawî yên Tîrmehê de pirtir ji 97,000 zarok bi vîrusa korona ketine.

Trump dîyar kir ku tevî raporê jî ew bi awayekî erênî li vebûna dibistanan dinêre û bal kişand ku kêm zarokan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Çaverê ye ku dibistanên li Chicago û Los Angelesê dersên onlayn bidin.

New Yorkê, ku demekê navenda şewba vîrusa korona bû, biryar da ku dersên rû bi rû bide.

Trump di preskonferansê de da zanîn ku ew dixwaze piştî hilbijartinên 3’ê Mijdarê Hilcivîna G7 çêke û dîyar kir ku wî hîn vexwendname neşandine.

Serok Trump got ku ew dixwaze ku Avustralya, Rûsya, Koreya Başûr û Hîndistan jî beşdarî Hilcivîna G7 bibin.

Hêjayî bîrxistinê ye, civînên rêberên G7 yên di meha Nîsan û Gulanê de jiber vîrusa korona bi rêka telekonferansê çêbûbûn.

XS
SM
MD
LG