Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Hilbijêran Dike ku Du Caran Dengên Xwe Bidin


Serok Donald Trump di serdana Carolina Bakur de bang li hilbijêran kir ku carê bi rêka postê carê jî bi rêka sindoqê, du caran dengên xwe bidin.

Trump li Wilmington ya Carolina Bakur ji kanaleke herêmî re ser dengdanê peyivî.

‘’Berdin bila hilbijêr hem dengên xwe bi rêka postê bişînin hem jî herin ser sindoqan dengên xwe bidin. Ger sîstema hilbijartinê wek ew dibêjin baş be, jixwe naçin ser sindoqan dengên xwe nadin.’’ Trump got.

Di hilbijartinan de dengdana du carî dijî qanûnan e û li Carolina Bakur ne bi tenê dengdana du carî, teşwîqa ser wê jî yek ji ‘’tawanên giran’’ e.

Civata Hilbijartinê ya Eyaleta Carolina Bakur ser gotinên Trump hîn ti daxuyanî nedaye.

Serok Trump dîyar dike ku di dengdana bi rêka postayê de, ku jiber vîrusa korona hat berfireh kirin, ewê sextekarî çêbe û dibêje ku ewê encam jî bi derengî eşkere bibin.

Berpirsê kempeyna hilbijartinê ya Trump, Tim Murtaugh dîyar kir ku Trump nexwestiye ku deng du caran werin dayîn, lê gotiye ku hilbijêr bila bi rêka postê dengên xwe bişînin û li ser sindoqan jî dayîna dengê xwe piştrast bikin.

Li ber e ku hilbijêr îsal jiber şewba vîrusa korona hewil bidin ku dûrî navendên dengdanê yên qelebalix bisekinin û bi vî awayî jî dengdana bi rêka postê rekorê bişikîne.

Pisporên hilbijartinan dibêjin ku jiber zêdebûna dengên bi rêka postê dibe ku hejmartina dengan û piştrastkirina hemî sindoqan dirêj biajo û şeva hilbijartinê encam dîyar nebin.

Di hilbijartina sala 2016’an de, 25 ji sedê dengan bi rêka postê hatibûn şandin.

XS
SM
MD
LG