Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Destûr Da ku Dermanê Tayê bo Vîrusa Korona Were Ceribandin


Serokê Amerîka Donald Trump destûr da ku dermanê tayê ya bi navê Hîdrosîklorokîn dijî vîrusa korona were karanîn.

Ew dermanê ku di salên 1940’î de hatibû karanîn, li Fransa û Çînê li ser hin nexweşên vîrusa korona hatibû ceribandin.

Hin nîşan raber dikin ku Hîdrosîklorokîn dikare di têkbirina vîrusa korona de alîkarîyê bike.

Trump dîyar kir ku ger Hîdorsîklorkîn di dermankirina vîrusa korona de were karanîn, ewê ‘’pêşketineke mezin’’ be.

Lê, hin pispor dibêjin ku cerbiandin hîn di qonaxên pêş de û divê bîragiştî ji niha ve geşbînîyan neke.

Li gor malpera worldometers ya vîrusa korona ya li seranserê cîhanê dişopîne, li Amerîka 11780 bi wê vîrusê ketine.

Vîrusa korona li Amerîka heta niha 176 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG