Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Erdogan Kurdan Tune Bike Ezê Aborîya Wî Hilweşînim


Serokê Amerîka Donald Trump ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê gotinên nû kirin.

Trump dîyar kir ku ger Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ‘’Kurdan tune bike’’ ewê aborîya wî welatî hilweşîne.

‘’Em bi her du alîyan re jî diaxifin. Li herêma operasyonê leşkerên me tune ne.’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew ji ‘’şerên dawî lê nayên’’ derdikevin û dîyar kir ku ew bawer dike ku wî tiştekî rast kiriye.

Serokê Amerîka, li ser pirsa ‘’Ger Erdogan Kurdan tune bike hûnê xeman bixwin?’’, got ku ‘’Ger tiştekî wisa bike ezê aborîya wî hilweşînim. Ez ji xwe bawer dikim, hêvî dikim ew ku bi awayekî zana tevbigere’’

Trump bi berdewamî dîyar kir ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ‘’dijminê sereke’’ ya Tirkîyê ye û jiber piştgirîya Amerîka ya bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG), serokê berê Barack Obama tawanbar kir.

Wî bi bîr xist ku Kurdan di Şerê Cîhanê ya Duduyan de piştgirîya Amerîka nekiriye û dîyar kir ku tevî vê yekê jî ew ji Kurdan hez dikin û Amerîkîyan piştgirîya Kurdan kiriye.

Serokê Amerîka got ku Erdogan dikare Sûrîyên li Tirkîyê li herêma ewle bi cîh bike û got ku ger ew di vê planê de tund tevbigere ewê bi bedeleke aborî bide.

XS
SM
MD
LG