Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan Ser Lîbya Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Jêderên serokomarîyê Tirkîyê ragihandin ku Erdogan û Trump ser peywendîyên dualî, rewşa dawî ya Lîbya û bûyerên li herêmê peyivîne.

Li ser banga Rûsya û Tirkîyê, li Lîbya agirbest hatibû ragihandin lê General Xelîfe Hafter piştî danûstandinên li Moskowê peymana agirbestê îmza nekiribû.

Trump û Erdogan herî dawî di 2’ê Çileyê de berî kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî axifîbûn.

Qesira Sipî wê demê dabû zanîn ku Trump ji Erdogan re gotiye ku maytekirina li Lîbya alozîya heyî zêdetir dike.

XS
SM
MD
LG