Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Trump û Erdogan Ser Lîbya û Sûrîyê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser Sûrîye û Lîbya axifîn.

Qesira Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Trump di wê axaftinê de daye zanîn ku wî ji Rûsya xwestiye ku piştgirîya bo rejîma Esad bi dawî bike.

Li gor daxuyanîyê, Trump herwiha bo bûyerên li Îdlibê fikarên xwe gotine û jiber hewildanên Tirkîyê yên bo astengkirina kêşeya mirovî spasîya Erdogan kiriye.

Trump ser Lîbya jî ‘’careke din’’ daye zanîn ku maytekirina dewletên din dê alozîya li wê herêmê kûrtir bike.

XS
SM
MD
LG