Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Min Fermana Êrîşên Leşkerî yên Hember Sûrîyê Da


Serokê Amerîka Donald Trump got ku wî fermana êrîşên leşkerî yên armanckirî li hember firîngeheke li Sûrîyê da, ku di êrîşa kîmyayî ya kujêr de hate xebitandin.

“Dîktatorê Sûrî Beşar Esad roja Sêşemê, hember mirovên bêguneh êrîşeke kîmyayî ya hovane pêk anî. Bi karanîna gazeka kîmyayî ya kujêr, Esad jîyana zarok, jin û mêrên bêguneh bi dawî anîn. Ew jibo gelek qurbanîyan mirineke hêdî û hovane bû — heta zarokên bedew jî, di wê êrîşê de bi zalimane hatin kuştin. Divê ti zarokekî Xudê êşeke wiha jîyan bike.”

Serok Trump bi berdewamî got ku wî fermana êrîşeke leşkerî ya armanckirî li hember firîngeha rejîma Sûrî da, ku êrîşa kîmyayî jê hate meşandin.

“Bê guman di berjewendîya mezin ya ewlehîya Welatên Yekbûyî yên Amerîka de ye ku karanîna çekên kîmyayî rawistîne û rê li ber kesên ku wan çekan dixebîtinin, bigire. Guman tune ku Sûrîyê çekên kîmyayî yên qedexekirî bi kar anîn û berpirsîya xwe ya hember Peymana Pêşîgirtina Çekên Kîmyayî binpê kir û anga Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî piştguh kir.”

Serok Trump bal kişand ku gelek hewlên guhertina kiryarên Esad dubare û dubare têk çûn û di encamê de jî krîza penaberan bi berdewamî kûrtir bû û giheşt asteke ku aramîya herêmê xira dike û gefan li ser ewlehîya Amerîka û hevalbendên wê dike.

XS
SM
MD
LG