Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Beşar Esad Mirovekî Îblîsane Ye


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku Serokê Sûrî Beşar Esad “kesekî bi rastî îblîsane ye” û hevalbendîya Serokê Rûsî Vladimir Putin ya bi wî re “jibo mirovahî xirab e.”

“Putin piştgirî dide kesekî ku bi rastî wek îblîs e. Bi nêrîna min ew ji Rûsya, hemî cîhan û tevahîya mirovahî re pir xirab e,” Trump di hevpeyvîna xwe ya ligel kanala Fox Business Network got.

Amerîka hefteya borî, wek bersîvdana karanîna gaza kîmyayî, bi muşekan êrîş biribû ser Sûrîyê.

“Emê nekevin nav Sûrîyê, lê dema min dît ku mirov çekên kîmyayî yên tirskar û hovane bi kar tînin emê bersîvê wê bidin.

Trump bi bîr xist ku di dema rêvebirîya Obama de, Esad soz dabû ku çekên wiha nexebitîne, lê bi wê êrîşa dawî soza xwe bi cîh neanî.

“Tiştê ku min kir, divêbû berî demeke dirêj ji alîyê rêvebirîya Obama ve bihata kirin. Eger bihata kirin, bi dîtina min rewşa Sûrîyê wê ji rewşa niha baştir bibûya.”

XS
SM
MD
LG