Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Derdikeve Gera Ewrupa


Serokê Amerîka Donald Trump dê di 11-12’ê Tîrmehê de beşdarî Hilcivîna NATO ya li Brukselê bibe.

Li dû hilcivînê Trump dê serdana Londonê bike. Trump, ku piştî bo seroktîya Amerîka hatiye hilbijartin cara pêşî diçe Londonê, dê bi Serokwezîrê Brîtanya Theresa May û Qralîçeya Duyê ya Brîtanya Elizabeth re bicive.

Serok Trump dê dûre di 16’ê Tîrmehê de li Helsînkî bi Serokê Rûsya Vladimir putin re hilcivîneke dîrokî li dar xîne.

Jiber cûdabirîyên ser peymana îqilimê û vekişîna ji Peymana Navokî ya Îranê û hilcivîna bi Putin re, rêvebirîya NATO û rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) bo serdana Trump ketine fikaran.

Pisporên siyasetê didin zanîn ku heta îro ro ti serokê Amerîka dijî Ewrupa siyaseta xwe ewqas tund û eşkere nekiriye

XS
SM
MD
LG