Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Yekîtîya Ewrupa Dijminê Amerîka Ye


Serokê Amerîka Donald Trump ji kanala CBS’ê re dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) jiber tiştên di bazirganîyê de kirine ‘’dijminê Amerîka’’ ye.

Trump bi berdewamî da zanîn ku ‘’Wateya vê yekê ne xirabbûna wan e’’’

Bo pirsa ‘’Di cîhanê de dijminê Amerîk yê herî mezin kî ye?’’, Trump got ku ‘’Gelek dijminên me hene, lê jiber tiştên di bazirganîyê de li me kirine, li gor min YE dijminek e’’

Trump da zanîn ku di hin qadan de Rûsya û di aborîyê de jî Çîn dijmin e û got ku ew nîşana rikeberîya wan e.

Ser gotinên Trump, Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk dîyar kir ku YE û Amerîka dost in.

Tusk got ku ‘’Amerîka û YE dostên hev yên pir rind in. Kî tiştekî berovajî vê yekê dibêje gotinên derew belav dike’’

XS
SM
MD
LG