Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Rêberên Ewrupî Dê Ser Girjîya Rûsya û Ukrayna Biaxifin


Serokê Amerîka Donald Trump ser girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de cara pêşî axifî.

Trump da zanîn ku ew ji bûyerên pêk hatine ‘’aciz’’ bûye û got ku ‘’Ez hêvî dikim ku kêşe were çareser kirin’’

Wî dîyar kir ku ew dê ser girjîya her du dewletan bi rêberên Ewrupî re biaxife.

Balyoza Amerîka ya li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) Nikki Haley di civîna demûdest de bang li Rûsya kir ku ‘’kiryarên xwe yên dijî qanûnî rawestîne’’

Di civînê de nûnerê Rûsya da zanîn ku gemîyên Ukrayna bi awayekî neqanûnî derbazî hêla Rûsya bûne, lê balyozê Ukrayna ew îdia bi tundî red kir û dîyar kir ku Rûsya ‘’dijî ewlekarî û aştîya navneteweyî metirsîyan çêdike’’

NATO û welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li Rûsya dikin ku sê keştîyên Ukrayna û xebatkarên wê berde, lê Rûsya hîn ti bersiveke erênî nedaye.

XS
SM
MD
LG