Lînkên eksesibilîtî

Trump bo Rêvebirîya FBI'yê bi Çar Berbijêr re Diaxife


Reuters'ê ji zarê Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump ewê jibo rêvebirîya Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) bi çar berbijêr re hevdîtinan pêk bîne.

Spicer, ku bi Trump re di firoka Air Force One de bû, dîyar kir ku serok ewê bi dîrektorê demkî yê FBI'yê Andrew McCabe, walîyê kevn yê Oklahoma Frank Keatîng, senatorê berê Joe Lieberman û karbidestê payabilind yê FBI'yê yê kevn Richard McFeely re biaxife.

Cîhê dîrektorê FBI'yê, piştî ku Serok Trump, James Comey qewitandibû vala mabû.

XS
SM
MD
LG