Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Hemwelatîyên 7 Dewletan Gumana Fermaneke Nû Heye


Penaberên Îranî li Amerîka
Penaberên Îranî li Amerîka

Serdozgerê Washington'ê Bob Ferguson, do Yekşemê da zanîn ku hin e-nameyên Qesra Spî delîl in ku fermana Serokê Amerîka Donald Trump ya jibo hemwelatîyên 7 dewletan, li dijî qanûna bingehîn e.

Ferguson got ku jibo wan e-nameyan bi temamî derxîne û ron bike ewê çi ji dest wî tê bike.

Ji alîyê din ve, Qesra Spî piştrast kir ku ew jibo qedexeya vîza ser fermaneke nû dixebite.

Yek ji şêwirmendên Trump, Stephen Miller dîyar kir ku îmzakirina fermaneke nû jî di nav de, ew ser hemû alternatîfan difikirin.

Trump roja Înê gotibû dibe ku ew roja Duşemê fermaneke nû ya qanûndêr îmza bike.

Dadgeha Federal ya 9'an ya bajarê San Francisco, li eyaleta California, roja Pêncşemê biryar dabû ku fermana serok Trump ya qedexeya hatina hemwelatîyên 7 dewletan piranî Misilman, were ragirtin.

XS
SM
MD
LG