Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Dibe ku Em Alîkarîya bo Filistînê Rawestînin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku ew alîkarîya bo Filistînê rawestînin.

Serok Trump ji ser Twitterê got ku ‘’Em her sal bi sed hezaran dolar didin Filistînîyan û li hemberî vê em ti rêz û teqdîrê nabînin’’

Trump herwiha da zanîn ku biryara nasîna Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê ji rojeva danûstandinên nû yên aştîyê hatiye derxistin.

Karbidestên Filistînê dîyar kiribû ku Amerîka piştî biryara ser Orşelîmê ‘’êdî nikare bibe navbeynkarekî bêalî’’

Serok Trump di sere Berfanbarê de ragihandibû ku ewê balyozxanê Amerîka ya li Telavîvê bibin Orşelîmê.

XS
SM
MD
LG