Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump ji New Yorkê Bar Dike û Dibe Rûniştvanê Florîda


Serok Trump li Florîda (Arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê mala xwe ji New Yorkê bar bike Florîda.

Trump rexne li bajarvan û walîyê New Yorkê kirin ku her du jî Demokrat in.

‘’Mixabin, tevî ku ez bi mîlyonan dolar bac didim jî bajarvan û rêberên sîyasî yên eyaletê li min pir xirabî kirin.’’

Trump yê Komarî û li New Yorkê hatiye dinê. Ew li Trump Tower ya New Yorkê dima, lê pir caran diçû mala xwe ya li bajarê Palm Beach ya Florîda.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo û Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio ser biryara Trump kêfxweşîyên xwe dêyar kirin.

De Blassio ji Twitterê got ku ‘’Qet nesekine, li benda çi yî?’’ û Cuomo jî di ser îdaya dayîna bi mîlyonan dolar re got ku ‘’Bila hemî ya te be, Florîda’’

Trump, qesira bi navê Mar-a-Lago ya li Florida di sala 1985’an de sitandibû û ew pir caran ji wir diçû Washingtonê.

Rojnameya New York Times dide zanîn ku Trump û xanima wî Melania Trump, bo rûniştvanîya Florîda, di meha Îlonê de serlêdan kirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG