Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Florîda Dest bi Kempeyna Hilbijartinê Kir


Serokê Amerîka Donald Trump bo hilbijartina seroktîyê ya 2020’an li Orlando ya Florîda dest bi kempeyna hilbijartinê kir.

Trump da zanîn ku wî li Qesira Sipî pergala heyî guherandiye û ‘’hikûmeteke bo gel û ji gel’’ çêkiriye.

‘’Emê mezinkirina Amerîka bidomînin û bikin ku Amerîka mezin bimîne’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ewê peymanên nû yên bazirganîyê îmza bikin û di sîstema koçberîyê û ya saxlemîyê de jî guherînan çêkin.

Serokê Amerîka îdia kir ku ger ew di 2020’an de neyê hilbijartin ewê Amerîka ber bi têkçûnê ve biçe.

Donald Trump berbijarên Partîya Demokrat rexne kir û dîyar kir ku her dengê bo Demokratan tê dayîn dê ''xewna Amerîkî'' hilweşîne.

Trump di mîtîngê de medya jî rexne kir û got ku ew ji roja hatiye hilbijartina ve dijî wî êrîşên medya hene.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG