Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dengê Xwe yê Hilbijartinê li Florîda Da


Serokê Amerîka Donald Trump dengê xwe roja Şemîyê li Florîda da. Trump adresa xwe ya rûniştinê par ji New Yorkê biribû Florîda.

Wî piştî dengê xwe li kitêbxaneyeke li herêma West Palm Beach da, li ser pirsa rojnamevanekî ku go ‘’Te dengê xwe da kê?’’, go ‘’Min da camêrekî bi navê Trump’’

Trump di rojên borî de dengdana bi rêka postayê rexne kiribû û gotibû ku bo ewlekarîya hilbijartinan divê deng bi şexsî li ser sindoqan werin dayîn.

Florîda, ku yek ji eyaletên krîtîk yên hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê ye, herêma 29 delegeyan e.

Li gor sîstema hilbijartina seroktîyê ya Amerîka, berbijarê ku 270 delegayan distîne tê hilbijartin.

XS
SM
MD
LG