Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îşev Gotara Yekê ya bo Kongresê Pêşkêş Dike


Serok Donald Trump

Karbidestên Qesra Sipî dibejin gotara yekê ya Serok Donald Trump li Kongresê wê li ser “bingeha çareserkirina kêşeyên rastîn yên mirovên rastîn be”.

"Serokê wê ji gel re ragihîne ku alîkarîya ji wan re di rê de ye,” karbidstekî Qesra Sipî êvara Duşemê ji nûçegîhanan re got.

Gotara bi sernavê "Nûkirina Ruhê Amerîkî" li ber e îşev bi dema Washingtonê di demjimêr 9an de ji her du beşên Kongresê re tê kirin û ew bi giranî li ser “derfetên aborî û parastina gelê Amerkî be,” heman karbidestê payabilind got.

Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer jî ragihand ku gotara hevbeş wê “vîzyoneke geşbîn ya derbarê welêt” peşkeş bike.

“Hêvîdar im ku Demokrat jî nav de, endamên Kongresê piştgirî bidin serok û ji wî re li çepikan xin,” Spicer bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG