Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îro Ser Krîza bi Îranê re Gotarekê Pêşkêş Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê gotareke ser krîza bi Îranê pêşkêş dike, piştî ku Tehranê do şev êrîş biribû ser bingehên Amerîkî yên li Îraqê.

Îranê dabû zanîn ku êrîş wek tolhildana kuştina general Qasim Silêmanî ve hatine kirin jibr ku mafê wê ya xweparastinê heye.

Pentagonê jî ragihandibû ku di êrîşan de ti kuştin û birîndakirin çênebûye.

Piştî êrîşan Serok Trump li ser twîtterê peyamek weşandibû û gotibû ku rewş baş e.

Wî bi bîr xistibû ku leşkerîya Amerîka li cîhanê ya herî bi hêz e û ewê paşê daxuyanîyekê berfirehtir bide.

XS
SM
MD
LG