Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî Trump Soza Avakirina Herêmeke Ewle Bo Sûrîyan Dide


Serokê hilbijartî Donald Trump
Serokê hilbijartî Donald Trump

Serokê hilbijartî Donald Trump do Pêncşemê di mitîngekê de bal kişand ser krîza mirovahî ya li Helebê û rewşa heyî wek xembar bi nav kir û bû penberên Sûrî soza avakirina ''herêmeke ewle'' da.

''Gava ez li şerê ku li Sûrîyê diqewime dinêrim, dibinim ku rewşeke pir bi êş û elem e. Emê alîkarîya wan mirovan bikin.'' Trump di cîvîneke girseyî de, li Pennsylvania got.

Trump dîyar kir ku dirava herêmên ewle û alîkarîyên din ser erdê wê ji dewletên Kendavê werin. ''Tiştekî van dewletan tune, lê diravên wan hene,'' Trump Qatar, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat)û Erebîstana Saudî destnîşan kir ku di şerê navxweyî ya li Sûrîyê de piştgirîya serhildayan kiribûn.

''Diravên me tune, 20 trîlyon dolar deynê me heye. Bila Dewletên Kendavê pir pereyan bi me din, em pê li Sûrîyê herêmên ewle ava bikin û alîkarîyê Sûrîyan bikin. Bila derfeta jîyanê ji mirovan re çêbe'' Trump bi berdewamî got.

Trump berê jî çend caran gotibû ku jibo herêmên ewle yên li Sûrîyê, divê Dewletên Kendavê alîkarîya diravî bikin.

XS
SM
MD
LG