Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dijî Vîrusa Korona Hîdrosîklorokînê Bikartîne


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ku bo ew xwe ji vîrusa korona biparêze dermanê bi navê hîdrosîklorokîn bikartîne.

Trump berê jî dabû zanîn ku hîdrosîklorokîn, ku dermanê tayê ye, dikare dijî vîrusa korona were karanîn.

Ti delîlê zanistî yê ku nîşan dide ku hîdrosîklorokîn dermanê vîrusa korona ye tune ye hîn.

Donald Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew bi qasî 10 roj in hîdrosîklorokîn bikartîne û got ku ‘’Ez hîn jî li virim, hîn jî li vir im’’

Wî da zanîn ku ser hîdroksîklorokînê gelek bersivên erênî ji wî re tên û got ku li gor wî ew nîşan dide ku ew derman bo vîrusa korona baş e.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka pirtir ji 1,500,000 kes bi vîrusa korona ketine û 90,193 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG