Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Dest bi Mîtîngên Hilbijartinê Bike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê dest bi mitîngên hilbijartinê bike.

Trump jiber şewba vîrusa korona mîtîngên hilbijartinê rawestandibûn.

Wî li Qesira Sipî ji rojnamevanan re da zanîn ku ewê li Oklahoma, Florida, Arizano û Norh Carolina mîtîngan çêke.

Li ber e ku Trump mîtînga pêşî li Tulsa ya Oklahoma li dar xe.

Hîn nayê zanîn ku ewê di mitîngan de tedbîrên dijî vîrusa korona çi bin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka bi qasî 2,000,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 110,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG