Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Naxwazim Dema Hilbijartinê Biguherînim


Serokê Amerîka Donald Trump piştî ji Twitterê îşaret bi paşxistina hilbijartinan da bi preskonferansekê dîyar kir ku ew naxwaze ku dema hilbijartinê biguherîne.

Trump da zanîn ku ew naxwaze ku hilbijartineke ‘’bi hîle’’ çêbe.

‘’Tiştên dê di meha Mijdarê de çêbin bi temamî alozî ne. Ez ji we hîn pirtir û pirtir dixwazim encamê bistînim, lê ez naxwazim bi hefteyan, bi mehan li benda encaman bim.’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku eyaleta California kaxetên dengan bi rêka postayê şandine, lê li gor nûçeya Washington Postê enama wê hewildanê xirab bûye.

Serok Trump da zanîn ku ger dengdanên hilbijartinê bi rêka postayê werin şandin ewê hilbijartina herî bi hîle ya dîroka Amerîka be.

Li hin eyaletên Amerîka dengdanên bo pêşhilbijartinên partîyan jiber vîrusa korona bi rêka postayê hatibûn şandin, û li Wisconsin, Georgia, Pennsylvania, Indiana û Washington ya paytext kêşe çêbûbûn.

Trump di preskonfransê de ser paketa alîkarîyê ya çaran ya bo vîrusa korona jî axifî.

Wî da zanîn ku Komarî û Demokrat li ser paketê li hev nakin û bang li Demokratan kir piştgirîyê bidin ku ew alîkarîyên bo bêkeran bi kindemî dirêj bikin.

Trump herwiha ji Demokratên Kongresê xwest ku piştirîyê bidin vebûna dibistanan.

Serok Trump dîyar kir ku li cîhê ku dibistan venabin, ewê alîkarîyên bo dibistanan bidin malbatên xwendekaran û bi vî awayî malbat dikarin zarokên xwe bişînin dibistanên din.

Kongresê berê paketeke alîkarîyê ya 3 trîlyonî pejirandibû.

Komarîyên Civata Senatoran vê hefteyê paketeke alîkarî ya 1 trîlyonî eşkere kiribûn, lê hin Komarî jî dijî wê paketê derketin.

Senatorê Komarî Rand Paul got ku ew naxwze ku çend trîlyon dolarên din deyn çêbe.

Demokratên Cıvata Nûneran jî dibêjin ku ew paketa 1 trîlyon dolarî li ber ya 3 trîlyon dolarî pir hindik e.

Komarî dixwazin ku alîkarîya bêkarîyê ya heftane jî 600 dolar dakeve 200 dolar ku dema alîkarîya didome îro Înê bi dawî dibe.

Serok Trump herwiha da zanîn ku ger walî û bajarvanê Portland ya eyaletan di ‘’têkbirina terorîstan’’ de bi ser nekeve ewê hêzên federal bişîne wir.

Trump dîyar kir ku walî û bajarvan ‘’nizanin çi karî dikin’’ û got ku ger ew bi ser ketana xwepêşandanên li wir 60 roj dewam nedikirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG