Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Pevçûna li Hîndistanê Karê Navxweyî yê Wî Welatî Ye


Hîndu û Misilmanên li Delhî ya paytexta Hîndistanê jiber qanûna ser hemwelatîbûnê pev çûn.

Di pevçûnan li Hîndistanê de, ku li serdana Serok Donald Trump rast hat, heta niha 13 kes hatin kuştin

Qanûna hemwelatîbûnê ya nû rê dide koçberên qaçax yên ne Misilman yên ji Pakistan, Bangladeş û Afganistan ku bibin hemwelatîyê Hîndistanê.

Pevçûnên ku roja Yekşemê destpê kirine, li rojhilata bakurê Delhîyê gur bûne.

Trump ser pevçûnan got ku ew karê navxweyî yê Hîndistanê ye û ti şirove nekir.

Wî dîyar kir ku ji karbidestên Hîndistanê re behsa azadîyên olî kiriye û bersiva berpirsên hikûmetê bandor li ser wî çêkiriye.

XS
SM
MD
LG