Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmenda Trump, Hope Hicks Karvekişîna Xwe Dide


Qesra Sipî bi daxuyanîyeke ragihand ku Hope Hicks, ku dema kempeyna hilbijartinê şêwirmenda Donald Trump bû û piştre jî bû dîrektora medyayê ya Qesra Sipî, dê karvekişîna xwe bide.

Hicks ya 29 salî, yek ji şêwirmendên Trump yên herî zêde karkirî bû. Hicks da zanîn ku wê her tiştê ku dixwest li Qesra Sipî pêk bîne kiriye.

Di meha Tebaxê de, Anthony Scaramucci ji dîrektorîya medya derketibû û Hicks ketibû şûna wî.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders da zanîn ku hîn ne dîyar e ku Hicks dê kengî ji rêvebirîyê veqete.

Serokê Amerîka Donald Trump jî dîyar kir ku ewê bêrîya Hicksê bike û wê di sê salên dawî de karên serkeftî kirine.

Trump da zanîn ku ew bawer dike ku ewê di siberojê de jinûve bi hev re bixebitin.

XS
SM
MD
LG