Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Tirkiye Hewil Dide ku li Îdlibê Qirkirin Çênebe 



Artêşa Sûrîye êrîşên esmanî li ser Îdlîbê girantir dike. Bi dehan hezar kes ber bi sînorê Tirkiyê direvin. Serok Donald Trump jibo dawî li pevçûnan bê bang kir.

Wî got Tirkiye hewil dide ku li îdlibê qirkirinek çênebe.

Serok Trump, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got "Rûsya û Sûrîye li Wilayeta Îdlîbê bi hezaran sivîlên bêsûc kuşt û dike dike bikuje. Wusa Nekin!"

Wî daxuyakirin Tirkiye jibo pêşî li vê qirkirinê bigre di nav hewildaneke mezin de ye.

Li gorî agahîyên Rêxistina Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov "SOHR" ku bingeha wê li Brîtanya ye, jiber êrîşên esmanî di nav du hefteyan de li îdlîb û dora wê 80 sivîl hatin kuştin, 40 hezar jî kes malê xwe terikandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG