Civata Nûneran ya Amerîka di dengdana ser xala duyê ya împîçkirina Serok Donald Trump da biryar da ku wî Kongresê asteng kiriye.
Di dengdanê de 228 Demokrat û 1 endamê Serbixwe dengê erê da û 195 Komarî û 3 Demokrat jî dengê na da û 1 endamê Civata Nûneran jî dengê “amade ye” bi kar anî.
Bi vî awayî Civata Nûneran ya Amerîka, Serok Trump bi du xalan: bi karanîna hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bo destxistina berjewendîyên şexsî û astengkirina Komngresê împîç kir anku bi fermî tawanbar kir.