Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Trump Bang li Senatoran Dikin ku Xalên Împîçkirinê Demûdest Red Bikin


Parêzerên Serok Donald Trump yên dê li Civata Senatoran berevanîya wî bikin dan zanîn ku xalên împîçkirinê yên li Civata Nûneran hatine pejirandin Qanûna Bingehîn biçûk dixin.

Parêzeran berî rûniştina li Civata Senatoran kurtahîya berevanîya Trump, ku 110 rûpel e, weşandin.

Di kurtahîyê de hat gotin ku tawanbakirinên ser Trump ‘’bêbingeh’’ in.

Civata Nûneran, li ser ‘’bikaranîna desthilatê bi awayekî xirab’’ û ‘’astengkirina Kongresê’’ împîçkirina Trump pejirandibû.

Tîma hiqûqê ya bi pêşengîya parêzerê Trump, Jay Sekulow û Şêwirmendê Hiqûqê yê Qesira Sipî Pat Cipollone di berevanîyê de bal kişandin ku di Qanûna Bingehîn de bo împîçkirina serokekî, tawaneke wek ‘’bikaranîna desthilatê bi awayekî xirab’’ tuneye.

Parêzeran da zanîn ku Trump dema bi Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy re axifîye tiştekî şaş nekiriye. Wan bang li Civata Senatoran kir ku xalên împîçkirinê demûdest red bike.

XS
SM
MD
LG